Stêrk TV

Kategorî

Muzîk

Awazên Zêrîn - Umît Qoserî / Endamê Koma Awesta

Beşek ji bernameya «Awazên Zêrin» ya Stêrk TV — temaşe bike.

Bername: Awazên Zêrin
Temaşe Bike
Awazên Zêrîn - Umît Qoserî / Endamê Koma Awesta
30:49

Bername

15

Şêvbihêrka Dengbêjan

Şevbêrka Dengbêjan bernameyeke ku stranên gelêrî yên kevneşopiya bav û dapîran, ji salên berê heta roja me ya îro bi devkî hatine gotin, zindî dike. Civata dengbêjan digerîne û ew stranên ku di nava xwe de dîroka hunera Kurdî di hewîne tîne ser ekranan.

Aheng

Bernameya Aheng; her çiqas bernameyeke enstrumental be jî, car caran bi stranan û helbestan muzîka Kurdî tîne ser ekranan. Her hefte, bi stran û melodiyan herêm bi herêm temaşevanên xwe li herêman digerîne…

Şeva Stêrkê

Bernameya Şeva Stêrkê, bernameyek e hunerî ye; li studyoyê bi beşdariya komeke muzîkê, tevî pêşkêşvan Diyar Dêrsim tê amadekirin. Hunermend tevlî bernameyê dibin, him gotûbêja li ser xebatên hunerê, him jî mêvan û spîker stranên zindî di styoyê de distirên.

Lorîna Kilaman

Bernameya Lorîna Kilaman bernameyeke li ser dengbêjiya Kurdî ya resene... Di her beşekî bernameyê de bi dengbêjekî Kurd yê ji herêmên cuda re hevpeyvîn tê kirn; hunermend qala taybetmendiyên dengbêjiya herêma xwe dike û stranan dibêjin.

Akustik

Akustik, bernameyeke hunerî ya muzîkê ye. Bername bê pêşkêşvan di studyoyê de tê kişandin. Di bernameyê de hunermendekî Kurd bi koma muzîkê ya enstrumental re, stranan dibêje. Bername zêdetir balê dikişîne ser akustika enstrumenan.

Sewta Dengbêjan

Sewta dengbêjan ango dengê dengbêjan, bernameyeke ku li studyoyê tê amadekirin û bal dikişîne ser hunera dengbêjiyê ya resen a hermên cuda yên Kurdistanê. Di her beşeke bernameyê de, dengbêjên herêmên cudsa yên Kurdistanê tevlî dibin û stranên wê herêmê distirên...

Awazên Zêrin

Awazên Zêrîn, bernameyeke ku balê dikşîne ser hunera dengbêjiyê ya resen ji herêmên cuda yên Kurdistanê. Di bernameyê de her carê dengbêjek tenê ji herêmên cuda yên Kurdistanê tevlî dibe û behsa taybetmendiya dengbêjiya herêma xwe dike.

Dema Bilûrê

Dema Bilûrê, bernameyeke hunerî ye ku zêdetir balê dikişîne ser hunera enstrumental. Di her beşeke bernameyê de mêvan bi enstrumanan hunera xwe pêşkêş dike û behsa taybetmendiyên alava xwe ya muzîkê dike.

Zil û Bem

Zîl û Bem, bernameyeke hunerî ya dengbêjiya bi zaravayê Soranî ye û li Başûrê Kurdistanê tê amadekirin. Di her beşeke bernameyê de dengbêjên cuda tevlî dibin û bi koma xwe ya muzîkê ve stranên resen yên bi zaravayê Soranî pêşkêş dikin.

Bernama Enstrumantal, Enstrumantal

Bernama Enstrumantal, bernameyeke enstrumantal a hunerî ye ku bêyî pêşkêşvan tê amadekirin. Di her beşeke bernameyê de ku 15 heta 20 deqîqe dewam dike, hunermendek behsa enstrumana xwe dike û çend perçeyên muzîkê jî lêdixe.

Konserên Amîda

Konserên Amîda, rêzekonserên bi hevkariya MA muzîk Centerê û Odeya Bazirganiyê ya Amedê hatine. Di her beşê de, komeke muzîkê û stranbêjên Kurd tevlî dibin. Taybetmendiya Konserên Amîdayê ew e ku ne li studyoyê, lê li deverên dîrokî yên Kurdistanê dihatin amadekirin.

Konser

Brnameya Konser, bernameyeke hunerî ya muzîkê ye. Di her beşek bernameyê de hunermendek tevlî dibe û gurzek ji stranên wî têne tomarkirin. Koma muzîkê jî di bernamê de amade ye.

Newa

Newa, bernameyeke hunerî ya Muzîkê ye. Balê dikşîne ser xebatên hunermendek, an jî komek e muzîkê. Di bernameyê de hunermend an jî koma muzîkê, stranên xwe pêşkêş dikin, car caran jî behsa xwe û hunera xwe dikin.

Çîroka Stranan

Çîroka Stranan bernameyeke ku bi şêwazê dokumanter hatiye amadekirin. Bi dîmen, wêne û dublajê li ser dîrok, naverok û çîroka stranên Kurdî û buyerên ku stran li ser hatine amadekirin disekine. Çîrokên stranan him balê dikşîne ser çîrokên stranên Kurdî yên klasîk, him jî çîrok û buyerên stranên piştî şoreşa vejînê.

Zilan Festival

Stêrk TV

Medya Civakî