Nûtirîn
27:18 Gulberoj - Gundê Endîwer / Dêrik
Koma Gulberoj vê hefteyê li gundê Endîwer a Dêrikê ne. Bi pêşkeşvaniya Şevîn Xelîl bi zarokên gundê Endîwer re civatê…
1:16:05 Rojbaş Kurdistan - Ciwanê Ebdal | Nivîskar
Beşek ji bernameya «Rojbaş Kurdistan» ya Stêrk TV — temaşe bike.
1:36:02 Stêrka Sibê
Stêrka Sibê — Stêrk TV · 19.10.2026 Pêşkêşvan: Aslan Aslan Beş: Civakî
Bername
89Rojbaş Kurdistan
Bernameyeke çandî, hunerî û civakî ye. Bername; çand, huner û jiyana civaka Kurd a li çar beşên Kurdistan û diasporayê bi mêvanên xwe re zindî dike. Rojbaş Kurdistan, bernameyeke kevneşop e ku hema bêje bi medyaya azad a Kurd re destpê kiriye û vê kevneşopiya xwe didomîne. Her roj bi mêvanên xwe yên cuda re dibe mêvanê mala we…
Bajar û Mirov
Bernameyeke civakî ye. Bajar, bajarvanî, jiyana gund û bajarî çiye? Guherîn û veguherîna li gundan, jiyan û tevgera li gund û bajaran yek bi yek di şopîne û bi mêvanên xw re şîrove dike…
Şaneşîn
Şaneşîn, bernameyeke çandî û hunerî ye. Bi hunermendên ji çar beşên Kurdistan û dîasporayê re hunera Kurdî, rêbaz û meqamên muzîka Kurdî; sînema, şano û hunera destan şîrove dike. Jiyana hunermendên Kurd ku bingeha hunera kurdî hûnandine tîne ser ekranan, hin caran jî bi şagirtên ew hunermendan, hunera ku afirandine zindî dike...
Tenduristî
Bernameyeke tenduristî ye. Di bernameyê de bi taybetî li ser nexweşiyên sereke di sekine û derbarê rê û rêbazên xweparastina li dijî ev nexweşiyan civakê agahdar dike. Serî de penceşêr, gelek nexweşiyên giran ku civak pê re rû bi rû ye bi berfirehî tê pênasekirin.
Asoyên Binevşî
Bernameya Asoyên Binevşî, bernameyeke wêje û wênesazî ye. Bi taybetî nivîskar û wênesazên ciwan di bin mêvan û serpêhatiyên xwe vedibêjin.
Derdor
Jiyana resen li gundan çawa ye? Têkiliyên komînî ku bi awayekî xwezayî tê jiyîn, di bernameya Derdor de derdikeve pêş. Bername li gundan digere û jiyana li gundan a xweser tîne ser ekranan.
Bernama Welat
"Qêrîne Bêdeng…", "Her kes bi çîroka xwe heye", "Koçberî", "Tûndî, Dijwarî û Şewitandin, "Ax, Dayîk, Jin û Zarok".. Ev hemû mijarên bernameya WELAT in. Dîroka mêtîngeriye ku qirkirin û wêraniyê li ser Kurdistanê sepandine vedibêje. Bi belgeyan dihûne û pêşkêşî temaşevanan dike...
Şevbêrk
Hozan Şemdîn, yek ji dengbêjên navdar ê Kurd e ku ji temenê biçûkatiyê ve distrê. Bi vê hunera xwe ya dengbêjiyê jî bi dengbêjan re civat digerîne. Civata dengbêjan; guhdaran dibe salên dûv û dirêj yên berê û ev hunera Kurdî ku derd û kulê civakê, serpêhatî û buyerên civaka Kurd pê re rû bi rû maye û evîndariya civakê vedibêje...
Jiyanên Demsalî
Jiyanên Demsalî… Bername wekî ku ji navê xwe jî diyar dibe, jiyana karkerên demsalî dişopîne. Bajar bi bajar digere û jiyana karkeran, sedema ku karên demsalî dikin û pirsgirêkên pê re rû bi rû dimînin dişopîne; bi dîmen, gotûbêj û lêkolînan tîne ser ekranan...
Malgerok
Malgerok, bernameyeke gerok e. Ji Serhedê heta Botanê û herêmên din digere û jiyana li van herêman tîne ser ekranan.
Bernama Karwan
Bernameya Karwan, bernameyek e derbarê rewşa Kurdên li Rusyayê de ye, li gund û bajarên ku Kurdên Sovyeta berê li dijîn digere û rewşa welatiyan ji nêz ve dişopîne.
Nan û Dan
Bernameya Nan û Dan bernameyek e ku tê de danasîna xwarinên resen ên Kurdan dike. Di bernameyê de taybetmendiyên xwarinê yên herêmên cuda yên Kurdistanê tên nîşandan. Di bernameyê de awayê amadekirina xwarinan jî tê nîşandan.
Geştiyar
Bernameya Geştiyar, bernameyke taybet e ku diçe serdana gundên Kurdistanê. Di serdsanê de jiyana rojane ya şêniyan derdixe pêş û taybetmendiyên gund ji nêz ve dişopîne.
Şopîner
Bernameya Şopîner, gundên xwedî taybetmendiyên cuda yên Kurdistanê dişopîne… Taybetmendiyên herêmê yên demografî, çandî, hevjiyana hevbeş tîne ser ekranan. Di bernameyê de kesayetên taybet ên gund behsa dîrok û çanda resen a herêmê dikin, giringiya girêdana bi xakê û herêmê re dinirxînin. Bandora negatîf a koçberiya ber bi metrepolan ve jî, li ser reseniya herêmê tê gotûbêjkirin.
Peyv û Pêj
Bernameya Peyv û Pêj bernameyeke ku li xwaringeha Stêrk TV tê amadekirin û awayê çêkirina xwarinên Kurdî tîne ser ekranan. Di bernamê de pêşkêşvanê xwarinçêker, bi rêk û pêkî behsa awayê çêkirina xwarinên Kurdî dike.
Welatê Xerîbiyê
Bernameya Welatê Xerîbiyê, bernameyeke li ser rewşa xizan a Kurdên koçber e ku ji ber zilma dewleta Tirk berê xwe dane metrepolan. Di bernameyê de şert û mercên zehmet ên kar û jiyana Kurdan a li metrepolsan tîne ser ekranan. Bername li ser giringiya vegera li cih û warên xwe û jinûve zindîkirina gundan a li Kurdistanê disekine...
Karên Zor
Karên Zor; Bernameyeke kedê ye. Pêşkêşvan Fatîme Tekîn, li navendên kar digere, tevlî kar dibe û zor û zahmetiyên karker pê re rû bi rû dimînin tîne ser ekranan…
Jiyani Lade
Bernameya Jiyanî Lade, bernameyeke bi zaravayê soranî ye, li gundewarên Rojhilatê Kurdistanê tê kişandin. Di bernameyê de rewşa gundiyan a civakî, hunerî û aborî tê gotûbêjkirin. Di bernameyê de, dîmenên ciwan ên xwezaya gund, çiyayên Rojhilatê Kurdistanê tên nîşandan, hevpeyvînên kurt bi niştecihan re tên kirin.
Dengê Civakê
Bernameya dengê Civakê bernameyeke li Kolanên bajarên bakurê Kurdistanê tê kişandin… Di bernameyê de, pêşkêşvan mijarên rojeva siyasî, aborî, çandî, hunerî û civakî ji welatiyan dipirse.
Rêya Heqîqetê
Bernameya Rêya Heqîqetê… Bernameyeke li ser rastiya ola Islamê û keysperestên ku vê olê ji bo berjewendiyên xwe û deselatdariyê bikar tînin. Di bernameyê de bi pisporên olî çi jin, çi jî mêr re, gotûbêj têne kirin.
Bernama Ked
Bernameya Ked, bernameyek e gerok e li seranserî bajarên bakurê Kurdistanê digere… Diçe serdana kesayetên kedkar û xwedî pîşeyên destan û taybet. Bername li navendên ke ev kedkar xebat dikin digere, hevpeyvîn bi kesên pêwendîdar re dike...
Dengê Êzidxanê
Bernameya dengê Êzîdxanê bernameyeke civakî û siyasî ye ku li Şengal û gundewarên hatiye kiştandin. Di bernameyê de, pêşkêşvan mijarên rojeva siyasî, aborî, çandî, hunerî, civakî û baweriya Êzîdxanê de, cejnên civaka Êzidî û rêûrêbazên olî ji welatiyan dipirse.
Welatê me
Welate Me bernameyeke ji bo danasîna bajarên bakurê Kurdistanê, derdorên bajaran, hin deverên dîrokî û şûnewarên wan û di demeke 7-8 deqîqeyan de dide nasîn. Bername bê pêşkêşvan û bê text tê amadekirin, tenê li ber muzîkê dîmen di herikin.
Bernama Hêvî, Hêvî (Rojava)
Bernameya Hêvî, gund bi gund li Rojavayê Kurdistanê digere, bi şêniyan re lis ser rewşa wan gotûbêj dike.
Rengên Mexmûrê
Rengên Mexmûrê; bernameyeke ku li Wargeha Mexmûrê tê amadekirin. Bername balê dikişîne ser tecrubeya pîroz a penaberên Mexmûrê di hemû warên jiyanê de. Bi roportaj û dîmenan, xebatên cuda yên wargehê tê nîşandan.
Bernameya Kurdên Xorasan
Kurdên Xorasanê, weke ji navê xwe jî diyar e bernameyeke ku balê dikşîne ser dîrok û rewşa Kurdên Xorasanê. Bername him bi dîmen, wêne û doblajê tê amadekirin, him jî di bernameyê de hevpeyvînên bi kesayet, dîrokzan û lêkolînerên Kurd re tê kirin.
Gulberoj
Gulberoj, bernameyeke zarokan e ku li Rojavayê Kurdistanê tê amadekirin. Pêşkêşvana bernameyê li gundên Rojava û hin taxên bajarên Rojava digere, bi zarokan re di axive. Zarokên bi kurdiyeke xweş û zelal behsa xwe û hevalên xwe, dê û bavên xwe dikin û carnan jî stranan dibêjin.
Kolan Dizane
Kolan dizane, bernameyrke ku li Rojavayê Kurdistanê tê amadekirin. Pêşkêşvanê bernameyê di her xelekekê de berê xwe dide bajarekî Rojava. Li kolanan, sûk û bazarên bajêr digere di mijarên civakî, aborî û siyasî de pirsan ji gel dike.
Dengê Botan
Dengê Botan, bernameyeke li ser jiyana herêma Botanê ye. Pêşkêşvan di her xelekeke bernameyê de berê xwe dide gundekî herêma Botanê û jiyana şêniyan a rojane, taybetmendiyên herêmê, zozan û xwezaya wê dide nasîn.
Serhed
Serhed, bernameyeke geroke û bi giranî gundewarên herêma Serhedê dide nasîn. Car caran jî diçe hin herêmên din jî û dide nasîn. Di bernameyê de, pêşkêşvan jiyana rojane ya gundewaran pêşkêş dike. Bi taybetî jî piraniya kesên ku di bernameyê de diaxivin, dayîk û jin in. Di bernameyê de keda jinan a rojane koçerî, nanpêjî, xebatên di nava erd û zeviyan de, xwedîkirina sewalan tê nîşandan.
Bernama Siwan
Sîwan, bernameyeke ku li studyoyê hatiye amadekirin û di her xelekê de mêvanek (Nivîskar, Helbestvan, Şanoger û hdw.) amade dibe. Bi pirsên pêşkêşvan mêvan azmûneya xwe ya nivîsandinê vedibêjin.
Sunwar
Şûnwar, bernameyeke ku li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê tê amadekirin. Bername bi dîmen û dûblajê balê dikişîne ser şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê.
Te go Erê
Te Go Erê, bernameyeke pişbirkê ye. Bername li studyoya Amedê tê kişandin. Di pêşbirkê de 3 mêvan hene, û bi pirsên li ser dîrok, kesayet, buyer, serpêhatiyên Kurdistanê, mêvan dikevin nava pişbirkê. Di dawiyê de jî fînalîstên pêşbirkê tên destnîşankirin.
Gotubêj
Gotûbêj, bernameyeke ku bi zaravayê Soranî ye û ji aliyê pêşkêşvan ve tê amadekirin. Di bernameyê de piranî hunermendên Kurd (Kurmanc û Soran) tevlî dibin. Her çiqas mêvan hunermend bin jî di bernameyê de li ser rojevê diaxivin û weke hunermend helwestên xwe beramberî buyeran tînin ziman.
Ajanda
Ajanda, bernameyeke ku di nava hefteyê de ajandaya çand û hunerê ya her çar beşên Kurdistanê û Ewrupayê dişopîne. Bername çalakî, festîval, buyer, komcivînên hunerî, wêjeyî û berhemên nû yên nivîskar, şanoger, wênesaz û filmên sînemayê weke kurte-nûçe bi dîmen û hin hevpeyvînên kurt ji nêz ve dişopîne.
Stêrname
Stêrname, bernameyeke heftane ye ku ajandaya çand û hunerê ya her çar beşên Kurdistanê û Ewrupayê dişopîne. Bername çalakî, festîval, buyer, komcivînên hunerî û wêjeyî, berhemên nû yên nivîskar, şanoger, wênesaz û filmên sînemayê weke kurte-nûçe bi dîmen û hevpeyvînên kurt ji nêzve dişopîne.
Rengên welat
Rengên Welat bernameyeke ku şûnewarên dîrokî yên Kurdistanê bi dîmenên nû dide nasîn. Bername weke pakêt, bêyî pêşkêşvan tê amadekirin. Di qonaxa 15 heta 20 deqîqeyan de Şûnewarên Kurdistanê, deverên dîrokî , wekî Heskîf, Girê Mirazan tên nasandin. Amadekarê bernamê berê xwe dide gelek gundên herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê û jiyana şêniyan, taybetmendiyên gund û herêmê dide nasandin. Bername balê dikşîne ser kevneşopiyên pîşesaziyê ku li hen herêm û bajaran dewam dikin... weke çêkirina sabûna Kizwanan.
Gundê Me
Gundê Me, Bernameyeke ku li Bakurê Kurdistanê tê amadekirin. Balê dikşîne ser navçeyên cuda yên Bakurê Kurdistanê. Pêşkêşvan bi awayekî infografîk, ciyografya, dîrok, taybetmendî û agahiyên giring li ser herêmê tînbe ser ekranê.
Nurheq
Nûrheq, bernameyeke ku balê dikşîne ser jiyana gundewarên Kurdistanê. Pêşkêşvana bernameyê serdana gundên herêm û navçeyên cuda yên bakurê Kurdistanê dike û ji nêz ve rewşa gundan di şopîne, bi taybetî keda dayikan di warê jiyana rojane de derdixe pêş.
Geryan (Başûr)
Geryan bernameyeke ku li Başûrê Kurdistanê tê amadekirin. Bernameyeke gerok e û bi taybetî li herêma Behdînanê tê kişandin. Di bernameyê de, zêdetir deverên dîrokî û şûnewarên herêma Behdînan tîne ser ekranan.
Hurgilî
Hûrgilî, bernameyeke wêjeyî ye, ku ji aliyê nivîskar Helîm Yusuf ve hatiye amadekirin. Bername li stûdyoyê tê amadekirin; nivîskar, helbestvan, lêkolîner û rewşenbîrên Kurd beşdar dibin. Mêvanên bernameyê bi awayekî berfereh berhemên dinirxînin.
Avzem
AVZEM bernameyeke hunera ya muzîkê û stranan e. Bername li studyoya Rojavayê Kurdistanê tê amadekirin, hunermend tecrubeya xwe ya muzîkê û stranbêjiyê vedibêjin, di nav re jî stranên xwe pêşkêş dikin.
Serpêhatiyên Koçberiyê
Serpêhatiyên Koçberiyê bernameyek e balê dikşîne ser rewş, serpêhatiyên koçberiyê yên berê û jiyana îro ya Kurdên Anatolyayê. Di bernameyê de pêşkêşvan diçe serdana gundên Kurdan yên herêma Anatolyayê, bi dîmenan herêm û jiyana rojane ya civakî û aborî tîne ser ekranê. Beşdarên bernameyê yên pîre jin û pîre kal, behsa Koçberiya 30, 50, 100 û bi sedan salên berê dikin. Serpêhatiyên xwe û bav û kalan tînên ziman...
Parastina Jiyanê
Parastina Jiyanê bernameyeke paket e ku li ser rewşa jinê, li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin. Bername balê dikşîne ser giringiya parastina mafê jinan, hişmendiya baviksalarî û xebatên sazî û rêxistinên jinan. Dosyayên cuda yên li ser xebat û saziyên jinan jî di bernameyê de cih digre.
Jivan (Başûr)
Bernameya Jivan, bernameyeke hunerî ya li ser muzîkê ye û li herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê tê amadekirin. Di her beşa bernameyê de pêşkêşvan diçe serdana hunermendekî herêmê. Li hewşa wê/wî, yan jî li derve tevî xwezaya Kurdistanê hevpeyvîn li ser tecrubeya hunermend dike. Hunermendên beşdar jî di nav re hin stranên xwe dibêjin. Hunermendên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr dijîn jî, tevlî bernameyê dibin.
Se Va (Bakur)
Bernameya Se Va, Bernameyeke bi zaravayê (Zazakî, Dimilkî, Kurdkî) li Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin. Pêşkêşvanê bernameyê bi kameraya xwe diçe gundekî, li gund digere, di nava xwezayê de, pirsekê ji şêniyan dike, heger bersiva pirsê rast be, kesên bersiv didin xelatekê werdigrin. Bername di heman demê de bi dîmenan balê dikşîne ser jiyan û xwezaya gundan.
Pîre Gerok
Pîrê Gerok, bernameyeke ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê rojnamevan û lêkolîner Ayha Erekmen ve tê amadekirin. Amadekarê bernameyê dîsa di her xelekekê de berê xwe dide gundek an jî herêmek ji herêmên bakurê Kurdistanê. Him bi dîmenên ciwan ên xwezaya gund û herêmê, hem jî bi hevpeyvîn û pirsên ji gundiyan, balê dikşîne ser jiyan û serpêhatiyên wan û jiyana wan a rojane dişopîne.
Qada Xweseriyê
Qada Xweseriyê, bernameyeke ku li Rojavayê Kurdistanê tê amadekirin û balê dikşîne ser tecrubeya xweseriya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û herêmên Baku/Rojhilatê Sûriyê. Pêşkêşvan diçe serdana bi dehan saziyên rêveberiya xweser û kar û xebatên wan a rojane tîne ser ekranan.
Derguşa Mirovahiye
DergûŞa Mirovahiyê, weke ku ji navê xwe jî diyar e, li ser mijara şaristaniyê disekine. Bername li studyoyê bi beşdariya kesên pispor, dîroknas û civaknas birêve diçe. Dîrok çi ye, nêzîkatiyên li dîrokê û bi giştî heta şaristaniyan gelek mijar di bernameyê de tê nîqaşkirin.
Bêhnek Zanist
Bêhnek Zanist, bernameyeke weke belkgesel hatiye amadekirin. Di bernameyê de gelek aliyên cuda yên zanyarî derdikeve pêş. Bername bi wêneyan û dublajê tê pêşkêşkirin.
Kurbîn
Bernameya Kûrbîn, bernameyeke dokumanter e. Balê dikşîne ser têkoşerên Kurd, buyerên giring di dîroka Kurdistanê ya hemdem de.
Bernameya Arşîv
Arşîv, weke ji navê xwe jî diyar e bernameyeke dokumanter e. Di bernamê de buyerên girig ên di dîroka Kurdistanê de, bi awayekî dekumenterî tên vegotin.
Aborî (Ahmet Pelda)
Bernameya Aborî; rastiya aboriyê dide nasîn, siyaseta welatên serdest ên Kurdistanê ya aborî li dijî Kurdan, siyaseta van welatan bi xwe ya aboriya têkçûyî derdixe holê. Di bernameyê de mijarên aboriya cîhanê û siyaseta welatên Rojava ya aboriyê û kapîtalîst jî tê şîrovekirin.
Bernameya Aborî
Bernameya Aborî; rastiya aboriyê dide nasîn, siyaseta welatên serdest ên Kurdistanê ya aborî li dijî Kurdan, siyaseta van welatan bi xwe ya aboriya têkçûyî derdixe holê. Di bernameyê de mijarên aboriya cîhanê û siyaseta welatên Rojava ya aboriyê û kapîtalîst jî tê şîrovekirin.
Şopên Rojê
Şopên Rojê; bernameyeke li ser tevlîbûna têkoşerên Kurd disekine ku salên destpêkê di nava tevgera azadiyê de cih girtine. Di bernameyê de, welatparêzên Kurd ku tevger ji nêz ve naskirine û xebitîne tîne ser ekranê û behsa bîranînên xwe yên tevlîbûnê dikin.
Kêliyek bi Rojê re
Kêliyek Bi Rojê Re; bernameyeke gerîla ye ku qala serpêhatiyên xwe yên bi Rêber Apo re dikin.
Stargeh
Stargeh, bernameyeke ku li çiyayên azad ên Kurdistanê hatiye amadekirin. Di bernameyê de hevpeyvînên taybet bi gerîlayên jin ên YJA Starê re tê kirin. Di hevpeyvînan de mijarên felsefîk, Îdyolojîî û paradîgmaya nû ya Rêber Apo tê gotûbêjkirin.
Rêbiwar
Rêbiwar; bernameyeke ku li çiyayên azad ên Kurdistanê hatiye kişandin. Di bernameyê de hevpeyvîn bi gerîlayan re tê kirin. Gerîlayên azadiyê, behsa jiyana û tevlîbûna xwe ya di nava refên şoreşê de dikin.
Stêrka Sibê
Gotara Rojê
Hêvî
Bernameya Hêvî, gund bi gund li Rojavayê Kurdistanê digere, bi şêniyan re lis ser rewşa wan gotûbêj dike.
Se Va
Bernameya Se Va, Bernameyeke bi zaravayê (Zazakî, Dimilkî, Kurdkî) li Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin. Pêşkêşvanê bernameyê bi kameraya xwe diçe gundekî, li gund digere, di nava xwezayê de, pirsekê ji şêniyan dike, heger bersiva pirsê rast be, kesên bersiv didin xelatekê werdigrin. Bername di heman demê de bi dîmenan balê dikşîne ser jiyan û xwezaya gundan.
Jivan
Bernameya Jivan, bernameyeke hunerî ya li ser muzîkê ye û li herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê tê amadekirin. Di her beşa bernameyê de pêşkêşvan diçe serdana hunermendekî herêmê. Li hewşa wê/wî, yan jî li derve tevî xwezaya Kurdistanê hevpeyvîn li ser tecrubeya hunermend dike. Hunermendên beşdar jî di nav re hin stranên xwe dibêjin. Hunermendên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr dijîn jî, tevlî bernameyê dibin.
Tenduristî-Kurmancî
Bernameyeke tenduristî ye. Di bernameyê de bi taybetî li ser nexweşiyên sereke di sekine û derbarê rê û rêbazên xweparastina li dijî ev nexweşiyan civakê agahdar dike. Serî de penceşêr, gelek nexweşiyên giran ku civak pê re rû bi rû ye bi berfirehî tê pênasekirin.
ÎRO ÇI BÛ
Hilbijartin
Bawerî
Taybet
Şîrove
Dosya Taybet
Argeha Ciwan
Nirxandin
Enstrumantal
Bernama Enstrumantal, bernameyeke enstrumantal a hunerî ye ku bêyî pêşkêşvan tê amadekirin. Di her beşeke bernameyê de ku 15 heta 20 deqîqe dewam dike, hunermendek behsa enstrumana xwe dike û çend perçeyên muzîkê jî lêdixe.
Hilbijartin 2023
Dokumanter
Kurdên Anatolyayê
Kurdên Anatolya; Bernameyeke serpêhatiyên Koçberiyê ye. Diçe serdana malbatên navdar ên herêma Anatolya navîn, Anqere û deverên derdorê û balê dikşîne ser taybetmendiyên wan ên malbatî û jiyanî.
Stêrk Prêss
Bê Şîrove
Dema Fitarê
Aktuel
Tava Sor
Çavdêrî
Hilbijartin Taybet
Newroz Taybet
Platforma Gel
Em Her Hebûn
Bernameya Em her hebûn, ew jî bernameyeke belgesel e û balê dikşîne ser şûnewarên Kurdistanê. Bi dînmen û wêneyan dîroka van şûnewaran dide nasîn.
Li Rojava Perwerde
Li Rojava Perwerde, wekî ji navê xwe jî diyar dike bernameyeke li ser rewşa perwerdê disekine ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye amadekirin. Bername balê dikşîne ser sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî û giringiya wê, herweha astengiyên li pêşiya perwerdê. Bername diçe serdana dibistanan û saziyên perwerdê û derbarê xebatên ji bo ziman de agahiyan werdigre û parve dike.
Stêrk TV
Medya Civakî