Rocyar - Zozanên Şaho | Mêşvanî û Sewalvanî
Beşek ji bernameya «Rocyar» ya Stêrk TV — temaşe bike.
45:44 Nûtirîn
14:53 Rocyar - Celal Hersînî / Sewta Dengbêjî
Beşek ji bernameya «Rocyar» ya Stêrk TV — temaşe bike.
10:32 Çîrokbêj - Çîroka Zeynel Abîdîn û Mor Yaqûp
Beşek ji bernameya «Çîrokbêj» ya Stêrk TV — temaşe bike.
44:28 Rocyar - Nerîman Edwayî
Mêvanê bernameya Rocyar di vê beşê de Nerîma Edwayî ye. Reng û dengê Hawraman Rocyar, her roja Pêncşem û Yekşemê di…
Bername
29Bêndera Çandê
Bêndera Çandê weke navê xwe, hemû beşên çand û hunerî di nava xwe de di hewîne. Piranî nivîskar mêvanin û çîroka nivîskariya xwe vedibêjin. Lê car caran jî dengbêj û kesayetên di warê cuda yên çand û hunerê de ku stûna bêndera çandê ne, dibin mêvanê bernameyê.
Rejney Reng
Gelo jiyan çawa li ser tualê tê sewirandin. Çawa sewirîner ango wênesaz reng û dengê civakê an jî kul û derdê civakê dikare li ser tualê xêz bike? Wênesaz dibin mêvanê Bernameya Rejneyî Reng û ev hunera destan vedibêjin. Bi taybetî wênesazên Kurd ku li dîasporayê, vê hunerê pêş dixin, dibin mêvanê bernameyê...
Demawaz
Dem Dema Awaz e… Weke ku ji vê peyama xwe jî diyar dibe, bernameya Demawaz bi taybetî li ser hunera muzîkê ye. Hunermend li ser reng û dengê muzîkê gotûbêj dikin û bi stranên xwe jî deng didin vê hunerê…
Reng û Deng
Bernameya Reng û Deng, yek ji bernameyên hunerî ye ku bi taybetî li navendên Çand û Hunerê tê amadekirin. Pêşkêşvan li van navendan hunermendan kom dike û bi awazên stranbêjan, dibe reng û dengê civakê…
Bernama Huner
Wêje, Şano, Wêne, Muzîk û Sînema… Bernameya Huner, deng û rengê sewta Kurdî tîne ser ekranan. Bi mêvanên xwe re ji peyvan bigre heta stranan, ji helbestan heta stranan bi mêvanên xwe re nîqaş dike…
Binase Bizane
Binase Bizane; Civaka ku pêşeroja xwe nizanibe, ji avakirin û hûnandina paşeroja xwe jî qut dimîne. Bernameya Binase Bizane, li ser vê mijarê disekine. Buyer û pêşengên civaka Kurd dide nasîn ji bo ku civak pêşeroja xwe bizane.
Zar û Ziman
Zar û ziman, li ser pirsa zimanzanî û wêjeya Kurdî di sekine. Mêvanên bernameyê piranî nivîskar, weşanger û ew kesayetin ku di warê ziman de xebat kirine, pirtûk nivîsandine û li ser vê mijarê kûr bûne...
Sinemeş
Bernameya Sînemeş, wekî ku ji navê xwe jî diyar dike mijara wê beşa sînema ye. Li ser sînemaya cîhanê, sînemaya Tirkan û sînemaya Kurdan disekine. Derhênerî û derhêneriya dîmen bi giştî bi mêvanên xwe re di nirxîne.
Sînema
Bernameya Sînema, wekî ku ji navê xwe jî diyar dike mijara wê beşa sînema ye. Li ser sînemaya cîhanê, sînemaya Tirkan û sînemaya Kurdan disekine. Derhênerî û derhêneriya dîmen bi giştî bi mêvanên xwe re di nirxîne.
Rêya Hunerê (Mexmûr)
Bername li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûrê hatiye amadekirin. Di bernameya Rêya Hunerê de, Hunermendan, taybetî jî hunermendên nugihaştî dide nasîn li ser xebatên wan disekine.
Diyarê Kurdistan
Bernameya Diyarê Kurdistanê, bernameyeke ji navendên bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê tê amadekirin. Di bernameyê de rewşa bajêr ji aliyên civakî, aborî, çand û keleporî ve di demên buhurî û nihan de tê nirxandin, her wiha dîmenên şûnewarên bajêr ên kevnar û jiyana gel a rojane jî tê nîşandan.
Şevên sersalê
Şahiyên sersalê; her sal li studyoya Stêrk Tv û navendên televizyonê yên li çar aliyên Kurdistanê tê organîzekirin. Şeva sersalê bi şahiyan tê pîroz kirin.
Derguşa Çandê
Bernameya Dergûşa Çandê bernameyeke taybet a ji bo danasîna tecrubeya hunermendên Kurd e. Bername li studyoyê tê kişandin û tecrubeyên hunermendên Kurd ên beşên cuda tê gorûbêjkirin.
Pelke Zerin
Bernameya Pelke Zerîne, bernameyeke bi zaravayê Soranî ye ku li Başûrê Kurdistanê tê kişandin. Bername di her xeleke xwe de serdana mala helbestvanekî (Jin/Mêr) dike û tecrûbeyên wan ên helbestvaniyê tîne ser ekranan… Mêvanên bernameyê helbestên xwe jî dixwînin.
Pênûsa Azad
Bernameya Pênûsa Azad, bernameyeke nîv-dekumenter e ku heta 16 deqîqeyan didome. Di bernamyê de xebat, jiyan û têkoşîna nivîskar û hunermendên mezin, ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne tîne ser ekranan.
Rengên hunerê
Bernameya Rengê Hunerê; bernameyeke li bakurê Kurdistanê li studyoyê tê kişandin. Di bernameyê de hunermendên Kurd ên stranbêj bi amûrên xwe yên muzîkê beşdar dibin. Him stranan dibêjin, him jî gotûbêja li ser xebata wan a huner û muzîkê tê kirin.
Wêjevîn
Wêje, Şano, Wêne, Muzîk û Sînema… Bernameya Huner, deng û rengê sewta Kurdî tîne ser ekranan. Bi mêvanên xwe re ji peyvan bigre heta nivîsan, ji helbestan heta stranan bi mêvanên xwe re nîqaş dike…
Sîbera Destanên Kurdî
Sîbera Destanên Kurdî, bernameyek e bi wêne û hin dîmenan li gorî derfetan, balê dikişîne ser destanên Kurdî. Di bernameyê de him wêne him jî çîroka van destanan tê vegotin. Weke mînak; Çîroka Siyabend û Xecê, Elodîno, Rindê Xan, Kela Dimdimê, Derwêşê Evdî, Kawayê Hesinkar, Zembîlfiroş û hwd. Vedibêje...
Çîrokbêj
Weke ji nav jî diyar e Bernameya Çîrokbêj, buyer û serpêhatiyên di civaka Kurd de qewimîne weke çîrok tîne ser ekranan. Pêşkêşvan li herêmên ku çîrok lê qewimîne digere û çîroka kes an jî kesayetan vedibêje.
Malpirtuk
Malpirtûk bernameyeke ku di nava 5 deqîqeyan de naveroka pirtûkên nivîskarên Kurd dide nasîn… Bernam bê pêşkêşvan e, tenê bi dûblaj û muzîkê û teksta li ser ekranê berhem û pirtûkên nivîskarên Kurd dide nasîn. Temaşevanên hezkiriyên xwendin û pirtûkên Kurdî, dikarin bi rêya vê bernameyê agahiyên berfereh li ser pirtûkan werbigrin û paşê jî bidestbixin û bixwînin.
Bizane Bixwîne
Bizane Bixwîne, bernameyeke ku li Rojavayê Kurdistanê tê amadekirin. Di bernameyê de pêşkêşvana jin li kolanên bajarên cuda yên Rojava digere û pirs ji welatiyan dike. Pirs jî derbarê hin agahiyên dîrokî, erdnîgarî, civakî û zanyarî de ne.
Bîra Wêjeyê
Bîra Wêjeyê, weke ku ji nav jî diyar e bernameyeke wêjeyî ye. Di bernameyê de hevpeyvîn bi nivîskar, helbestvan, lêkolîner û wêjevanên Kurd ên cuda re tê kirin. Bal dikişîne ser tecrubeya mêvanan a nivîskariyê û her wiha berhemên wan tên nasandin û gelek mijarên bi wêjeya Kurdî ve têkildar in têne guftûgokirin.
Çîroken Mîtolojîk
Çîrokên Mîtolojîk, bernameyeke ku bi wêne û car caran jî bi dîmenan û dûblajê balê dikişîne ser destan û mîtolojiyên Kurdan. Beşek jî balê dikişîne hin buyerên mîtolojîk yên ku di stran û dengbêjiya Kurdan de hatine gotin.
Sanoya Evdalê Zeynikê
Sano
Şano, Bernameyeke ku balê dikşîne ser xebatên şanogerî yên li deverên cuda ên Kurdistanê. Di bernamê de him şano tên nîşandan, him jî festîval û xebatên şanogeriyê dide pêş.
Şahiyên seral
Şahiya sersalê, Newroz, 15 Tebaxê û hwd, bernameyên taybet ên li gorî dîroka hin buyerên ku mohra xwe li dîroka Kurdistanê xistine têne amadekirin.
Leheng
Bernameya Leheng, bernameyeke paket e, ji aliyê rojnamevan û lêkolîner Ayhan Erkmen ve tê amadekirin. Di her xelekekê de him bi wêne, him bi dîmen, him jî bi hevpeyvînan bal dikişîne ser lehengên Kurdistanê yên şoreşger ên serdema sedsala 19, 20'an û bi taybetî jî lehengên şoreşa vejînê. Qehremanî, serpêhatî û taybetmendiyên kesayetiyên van lehengan tîne ser ekranan.
Stêrk TV
Medya Civakî